TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Divê Enfala Behdînan, wekî 'jenosîd' bê naskirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 tebax 2023 17:00

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber rastlêhatina salvegera 35emîn a Enfala Behdînan, peyamek parve kir û diyar kir ku divê ev enfal, di nav civaka navneteweyî de wekî jenosîdê bê naskirin.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de bal kişand ser Enfala Behdînan a ku 182 hezar Kurd hatin qetilkirin û diyar kir ku Dadgeha Sizayê Giran a Iraqê, Tevgera Enfalê wekî ‘jenosîd’ ‘tawanê şer’ ‘tawanê li dijî mirovahiyê’ pênase kir û wiha got:

“Ji bo wê yekê jî divê hikûmeta federal a Iraqê razî bibe ku tazmînatê bide malbatên qurbaniyên ku jiyana xwe ji dest dane û mexdûr bûne.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku nabe komkujiyên wekî Enfalê dubare bibin û hewilên cidî ji bo naskirina wan li cîhanê bê kirin û got ku divê ev yek ji bo bîranîna cangoriyên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku rûbirûbûna gelê Iraqê bi rabirdûya xwe re dê bibe îlham ji bo lêkolînên nû û got,

“Nabe karesatên berê dubare bibin. Divê azadiya her kesî û mafên destûrî bên parastin.”

Parve bike: