Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokwezîrê Brîtanyayê re dicive
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Londonê, di sêyemîn roja serdana xwe de bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re dicive.
Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson, wê li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de, şerê li dijî terorê û pêşhateyên Iraq û navçeyê biaxivin.
Di her du rojên borî jî de, Serokê Herêma Kurdistanê, hejmareke civîn ligel berpirsên payebilind ên Brîtanyayê kirin.