Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî lênûska taziyeya Elizabeth a Duyem îmze kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana konsulxaneya Hewlêrê ya Brîtanyayê kir û ji bo mirina Keybanûya Brîtanyayê Elizabeth a 2yem serxweşî da gelê Brîtanyayê.
Nêçîrvan Barzanî herwiha di serdanê de, lênûska taziyeyê ya ji bo Elizabeth II hatibû danîn, îmze kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di lênûska taziyeyê de got ku Keybanî Elizabeth a Duyem li seranser cîhanê xwedî cihekî girîng û hezkirinê bû.
Keybanûya Brîtanyaya Yekgirtî Elizabeth a 2yem 8ê Îlonê di 96 saliya xwe de, koça dawî kiribû û tê çaverêkirin 19ê Îlonê bi beşdariya serokên welatên cîhanê merasîma cenazeyê wê bê sazkirin.