TR KU SO
FB X
Kurdistan

Neçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Muhammed Halbûsî re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2023 05:39

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwuyaniyekî da û ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema tevlî merasima bîranîna Muhammed Baqir El Hekîm bibe çûye Bexdayê û di hevdîtinên xwe de bi serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî re civiyaye.

Di hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên siyasî yên li Iraqê kirine, behsa serketina bernama hukumeta Sûdanî kirine û li ser girîngiya destekdayîna bernama hukumetê rawestiyane.

Barzanî îro bi serokwezîr Sûdanî re, bi balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski re hevdîtin kiriye. Barzanî di merasima bîranînê de axaftinekî kir ku di merasimê de serokkomarê Iraqê Latif Reşîd, serokwezîr Sûdanî, serokê parlementoyê Muhammed Halbûsî û lîderên siyasî hebûn.

Parve bike: