TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Lindsey Graham re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 19 sibat 2023 15:34

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo beşdariya 59emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê li Almanyayê hevdîtinan dike, bi şanda Kongreya Amerîkayê ya senatorên Komarî û Demokrat ku Senator Lindsey Graham serokatiya wê dikir re, civiya.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî duh Şemiyê bi şanda Kongreya Amerîkayê ya bi serokatiya Senator Lindsey Graham re civiyaye û di hevdîtinê de, behsa pêwendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda Kongreya Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.

Herwiha di hevdîtinê de rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya Rojhilata Navîn hatiye gotûbêjkirin û her du aliyan bal kişandiye ser girîngiya rol û pêgeha Iraqê di parastina aramiya herêmê û rûbirûbûna metirsiya DAIŞê.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn jî hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: