Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî mizgînî da fermanberan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku dê ji vir û pê de kêmkirina meaşan gelekî dakeve û hin fermanber jî tê temamê mûçe wergirin.
Serokwezîre Kurdistanê, îro li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ewan di dayîna meaşan de guherînên ciddî kirine.
Nêçîrvan Barzanî got kesên di biniya 400 hezar dînarî re meaş werdigirin, dê bêyî qutkirinê mûçeyê xwe wergirin. Herwiha destnîşan kir ku malbatên şehîdan, malnîşîn û xizmên zîndaniyên siyasî dê meaşên xwe tam bistînin.
Wek din got dê rêjeya qutkirina meaşan herî zêde sedî 30 be.