TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Heta yek revandî li destê DAIŞê mabe em ê li wan bigerin

Admin H
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2026 15:09

PeyamaKurd - Di merasîma ragihandina Tora "Hestanewe" (Vejîn) de ku ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê hat avakirin, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihand.

Wî tekez kir ku ofîsa wan dê bi biryardarî xebatên xwe yên ji bo lêgerîn û rizgarkirina hemû kesên revandî bidomîne û piştgiriya xwe ya bo civaka Êzidî û hemû pêkhateyên zererdîtî nû kir.

Dilşad Şehab anî ziman ku ragihandina vê torê gavake stratejîk e ber bi qonaxeke nû ve ku tê de rizgarbûyî bi xwe dibin xwedî deng û destpêşxerî ji bo daxwaza mafên xwe.

Her wiha hat destnîşankirin ku avakirina Şingalê, bicihanîna yasaya rizgarbûyên Êzidî û amadekirina mercên guncaw ji bo vegera awareyan erkên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên peywendîdar in.

Parve bike: