TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Brîtanî kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2026 15:09

PeyamaKurd - Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Dilxaz yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU), siyasetmedar û kesayetiya diyar a Brîtanî Lord Michael Ashcroft kir.

Di serdanê de, Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi serdana Lord Ashcroft a ji bo Kurdistanê anî ziman û rola wî ya di qada siyasî, aborî û parastina prensîbên demokrasiyê de bi bîr xist.

Ji aliyê xwe ve, Lord Ashcroft spasiya pêşwaziyê kir û pesnê asta aramî, avedanî û geşepêdana li Herêma Kurdistanê da.

Parve bike: