TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe bo çarçoveyasayê ragihand

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2026 08:43

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pêşwaziya pejirandina yasaya "Bihêzkirina hevgirtina nîştimanî û yekxistina civakî" ya di Parlamentoya Tirkiyeyê de kir.

Barzanî ev gava qanûnî wekî werçerxaneke girîng a ber bi aştiyeke berdewam û aramiyê pênase kir û destnîşan kir ku serdema çek û çareseriya leşkerî bi dawî bûye.

Barzanî her wiha spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hemû aliyên beşdar kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina vê pêvajoyê piştgiriyeke temam dide hemû hewldanên aştiyê. Ev çarçoveyasaya ji 12 madeyan pê tê di 10ê tebaxa 2026an de piştî xebata salekê bi dengê 467 parlamenteran di parlamentoyê de hatibû qebûlkirin.

Parve bike: