TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî seredana herêma erdheja bakûrê Kurdistanê kir

Admin M
Nivîskar
📅 15 sibat 2023 03:50

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana herêma erdhejê ya Bakûrê Kurdistanê kir. Hukumeta Herêma Kurdistanê berê bi fermana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tîmên xwe yên erdhejê, lêgerîn-rizgarkirinê, tendursitiyê û balavkirina alîkariyê şandibû herêma erdhejê û koordinasyona Tirkiyê wan şandibû Entabê, paşî Diyarbekir û Semsûrê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema piştgiriya xelkê Tirkiyê û xelkê Kurdistanê îro seredana bajarê Entabê, navenda AFAD ê û parêzgehê kir. Piştî seredanên xwe Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“Li Tirkiyê deverên ku erdhejê wan xerab kiribû min seredana wan kir. Di vê dewra wan ya nexweş de min seredana serokkomar Tayip Erdoğan kir û piştgiriya xwe ji bo wan ragihand. Bi mexdûrên erdhejê re civiyam û min seredana wan kir. Di ziyareta tîmên herêma Kurdistanê de min rêz û sipasiya xwe ji bo wan ragihand.”

Parve bike: