TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî, terorkirina Hûsam Hasimî bi tundî sermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2020 17:06

PeyamaKurd – Lêkolîner û şîrovekarê karûbarên ewlekariyê û akdemisyen Hûşam Haşimî, şevê din li Bexdayê ji aliyê komeke çekdar ve li ber mala xwe hat kuştin. Li ser sûîqesta Haşimî ji hikûmeta Iraqê, balyozxaneya Amerîka û medya Kurd jî bertek hatin nîşandan û terorkirina Haşimî hat şermezarkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li sre hesabê xwe yê Twitterê kuştina Hişam Haşimî bi tundî şermezar kir û got, “Divê meqamên erkdar terorîstan desteser bikin û radestî edaletê bikin.”

Dr. Hûşam Haşimî şeva 6ê Tîrmeha 2020an, li herêma Zeytuniyê ya bajarê Bexdayê ji aliyê komeke çekdar ve gule bi ser de hatin reşandin û bi giranî birîndar bû. Haşimî piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Dr. Hûşam Haşimî ji bo medya Kurd Rûdawê jî qûnciknivîsî dikir û li ser rojhilata navîn û pêşhatên herêmê analîz û nirxandinên siyasî û ewlehkariyê dikirin.

Parve bike: