TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Ebûdî rewşa ewlehiya Iraqê gotûbêj kirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2026 16:49

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşemê li Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Qasim Ebûdî kir.

Di civînê de rewa giştî ya Iraqê ya piştî qonaxa vekişîna hêzên hevpeymaniyê û metirsiya gefên terorê bi berfirehî hatin nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamî û xurtkirina hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge, artêş û saziyên ewlehiyê yên Iraqê de kirin ji bo parastina aramî û seqamgîriya li seranserî welat.

Her wiha geşedanên dawî yên herêmî, siyaseta ewlehiyê ya Iraqê ya vê qonaxê û rola Bexdayê di parastina aramiya herêmê de mijarên din ên civînê bûn.

Parve bike: