Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dengê xwe dan: ‘Serkeftiya vê proseyê Kurdistan e’
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li binkeyeke dengdanê ya Hewlêrî deng da.
Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe bikar anî ji rojnamevanan re ragihand, ew hêvîdarin hilbijartin di nav aramî û ewlehiyê de derbar bibe.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew kêfxweş e ku tevî hin pirsgirêkên biçûk jî kampanyaya hilbijartinan di nav aştiyê de derbas bûye û got: "Serkeftiyê vê proseyê gelê Kurdistanê û Kurdistan e.”
Mesrûr Barzanî bi cilûbergên Kurdî çû ser sindoqê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li Hewlêrê bi cilûbergên Kurdî çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî. Mesrûr Barzanî jî piştî dengê xwe da hêvî kir ku hilbijartin di keşeke de aram de derbas bibe û yên hewl didin bi mafên gel bilîzîn jî bên cezakirin.
Proseya dengdanê li 4 herêmên dabeşkirî yên Herêma Kurdistanê berdewam dike û mafê 2 milyon û 789 hezar hemwelatiyan heye dengê xwe bidin.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê şandên çavdêriyê yên Neteweyên Yekbûyî gelek welatên din ve tê şopandin.