Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî, Selahedîn Baheadîn pîroz kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrur Barzanî bi sedema hilbijartina Selahedîn Behaedîn weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê, pîrozbahî lê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi pêwendiyeke telefonî Selahedîn Bahaedîn pîroz kir ku di kongreya 8emîn a Yekgirtûya Îslamî de, dubare weke Emîndarê Giştî yê Yekgirtû hatiye hilbijartin.
Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li tevahiya serkirde, endam û alîgirên Yekgirtû kir û hêviya serkeftinê ji karûbarên kongreya wan re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi peyamekê Selahadîn Bahaedîn pîroz kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî, Selahadîn Bahaedîn, serkirdayetiya nû ya wê partiyê û tevahiya endamên Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:
“Hêvîdar im serkevtina vê kongreyê bibe sedema karkirina zêdetir a Yekgirtiya Îslamî û hemû aliyên Kurdistanî li ser pêşxistina yekrêzî û hevhelwestiya di pirsên niştimanî û xizmetkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.”
Kongreya 8an a Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê doh li Hewlêrê dest pê kir û di roja yekem de, Selahedîn Bahaedîn careke din weke Emîndarê Giştî yê Yekgirtû hat hilbijartin.