TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2026 16:50

PeyamaKurd -

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 12ê Cotmeha 2026an di pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Geşepêdanê û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di civînê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, geşedanên herî dawî yên herêmê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi berfirehî hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevtêgihîştina di navbera aliyên siyasî de kir da ku aramiya welat bê parastin, aborî bê pêşxistin û xizmeta welatiyan were kirin.

Her wiha di beşeke din a civînê de, pêwîstiya hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêz û aliyên iraqî hatin axaftin.

Parve bike: