Nêçîrvan Barzanî û Tajani li ser pêşdebirina têkiliyên dualî axifîn
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi seredaneka fermî li Îtalyayê bi wezîrê karên derve yê Îtalyayê bi Antonio Tajani re civiya û di civînê de bi Tajani re li ser rêyên pêşdebirina pêwedniyên di navbera Îtalya û Herêmöa Kurdistanê û Iraqê re axifîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî sipasiya xwe ji bo Îtalyayê di mijara destek û alîkariya Îtalyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê de ragihandiye.
Antonio Tajani jî got ku dê desteka Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dewam bike û weha dewam kiriye:
“Rêvebiriya Romayê girîngiyê dide ciyê Herêma Kurdistanê yê di dinyayê de û Herêma Kurdistanê di herêmê de faktorekî girîng ya aramniyê dibîne. Îtalya amade ye ku hevkariya xwe ya bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re firehtir bike.”
Di hevdîtinê de, mijara pirsgirêkên li herêma Rojhilata Navîn û bandora wan ya li ser dinyayê jî hebû. Her dû teref ji bo daxistina asta dijberiyê ya li herêmê û parastina aştî û aramiya herêmê û giringiya wê ragihandin.