TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî wê bi Papa û Serokê Îtalyayê re bicive

Admin L
Nivîskar
📅 18 gulan 2026 10:50

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku rêze hevdîtinan bi Papa, Serokê Îtalyayê û berpirsên payebilind ên hikûmetê re bike, çûye Romayê, paytexta Îtalyayê.

Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî doh ji bo serdaneke fermî çûye Romayê.

Nêçîrvan Barzanî wê bi Papa Leo XIV, Serokê Îtalyayê û herwiha berpirsên payebilind ên Îtalya û Vatîkanê re bicive.

Tê payîn ku di hevdîtinan de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û herêmê û herwiha mijarên din ên balkêş ên hevpar werin nîqaşkirin.

Parve bike: