TR KU SO
FB X
Kurdistan

NH: Heya niha 5 hezar kes terka Efrînê kirine

Admin M
Nivîskar
📅 06 adar 2018 21:00

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî ragihand ku “rêvebirên herêmê” nahêlin ku sîvîl ji Efrînê derên.

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Stephane Dujarric got ku li Efrînê rêvebiriya herêmê, sîvîlên ku dixwazin herin derên dinan ji aliyê wan ve tên astengkirin.

Dujarric, di ragihandina xwe de weha got: " Rêvebiriya herêmê hêjî nahêle kes bi dereka dinê ve here. Têkiliyên me bi wan re raste rast nînin lê gelek girînge ku mirov karibe bi serbestî ji wê derê veqete.”

Hefteya borî, ji NH Mark Lowcock jî ragihandibû ku karbidestên herêmê xelkê sîvîl yên ku dixwazin terka Efrînê bikin, li ser noqteyên kontrolê didin rawestandin û nahêlin herin deverên bi ewle. Qesda rêvebirên Neteweyên Hevgirtî ji “rêvebirên herêmê” PYD/YPG ye.

Parve bike: