Kurdistan
Nisêbîn | 9 fermandar û efserên sînorî ji qaçaxçîtî û bertîlê hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, Fermandarê Tabûra Hidûd a 2yemîn Îlkay Kati, efserên bi navê Nihat Mutaroglu, Gurkan Sinan û Aziz Çaki jî di nav de 9 leşker ji ber tawana ‘qaçaxçîtiya koçberan’ û bertîlê hatin girtin.
Hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê, biryara nepenîbûnê daniye ser dosyeya wan fermandar û leşkerên hatine girtin ku di serê meha Tebaxê de bi operasyonekê hatibûn girtin.
Li gorî zanyariyan zêdetirî 20 kes di encama wê operasyona qaçaxçîtî û bertîlê de hatibûn binçavkirin û leşkeran li sûcên xwe û wê tora qaçaxçîtîyê ku fermandarê sînor serkêşiya wê dikir mikur hatine.
Heta hinek leşkeran gotiye, her leşkerên pispor ên têne vê derê ji ber baca qaçaxçîtiyê distînin dewlemend dibin.