TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nobedara 'Edaletê' Emîne Senyasar hat binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 adar 2021 19:09

PeyamaKurd - Emîne Şenyaşar ku mêrê wê û 2 kurên wê ji aliyê mirovên parlamentarê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û li ber avahiya edliyeya Rihayê dest bi nobedariya edaletê kiribû, hat binçavkirin.

Hevjînê Emîne Şenyaşar Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar, dema hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an ji aliyê pasevan û xizmên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibûn kuştin. Heta niha jî di pêşveçûnek di doza Şenyaşaran de çênebûye û ji kesên êrîşkar ti kes nehatiye girtin.

Emîne Şenyaşar ji dema êrîşê ve doza edaletê li dadgehê dike û dixwaze kujerên hevjîn û zarokên wê bên cezakirin. Şenyaşar bi vê mebestê 7 roj berê ligel kurê xwe li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta Edaletê kiriye.

Polîsan îro Duşemê Emîne Şenyaşar binçav kirin û birin navenda asayîşa Rihayê.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel daye xuyakirin ku Emîne Şenyaşar ji ber îdeayekê hatiye binçavkirin û ew dê mijarê bişopînin.

Herwiha kurê Emîne Şenyaşar Ferit Şenyaşar ku ew jî dema êrîşê birîndar bûbû jî çalakiya xwe ya Edaletê li ber avahiya edlîyeyê berdewam dike.

Parve bike: