NY ji bo avakirina Kerkûkê kampanyayekê li dar dixe
PeyamaKurd - Nûnera taybet a Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê bi daxuyaniyekî amaje bi avakirina Kerkûkê dike û nûnerê koçberên Gulale jî daxwaz dike heman plan li navçeyên Kurdistanî yên Diyale jî bê bicîhanîn.
Îro Şemiyê 18.04.2020ê Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hnnis-Plasschaert bi alîkariya rêxistina koça navnetewî û hikûmeta Japonya ve helmetek bo ava kirina navçeyên cuda yên parêzgeha Kerkûkê destpê dike.
Bi taybet jî nûjenkirina zêdetir ji 10 hezar xaniyên ku di dema şerê DAIŞê de ziyan dîtine dê serekî bin.
Li gorî nûçeya Basnewsê Hnnis-Plasschaert herwiha ragihand: ‘’UNAMI alîkarî dide koçberban jî bo tekoşîna hember vîrusa korona de û vegera wan bo navçeyên xwe de jî.’’
Herwiha nûnerê koçberên bajarokê Gulale ya sînorê Xaneqînê Xelîl Reûf got: ‘’Ji ber êrîşên DAIŞê û grubên tundrê yên din ziyaneke mezin ber navçeyên Kurdistanî yên Diyale ketiye û em jî daxwaz dikin NY, yeman planê li navçeyên Kurdistanî yên Diyale jî bicîh bîne.’’