TR KU SO
FB X
Kurdistan

Omêt Sebah : Armanca me xizmetkirina Kerkuk û pêkhateyên wê ye

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2023 18:33

PeyamaKurd - Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, bernameya PDKê ne tenê bidestxistina postan e, belkû xizmetkirina bajarê Kerkûkê û xelkê wê ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Omêd Sebah di serdana û vegera xwe ya ji bo Kerkûkê de ragihand, vegera PDKê bo Kerkûkê rojeke dîrokî ye û ew kêfxweş in ku vegeriyane, bi taybetî ji bo xizmeta xelkê resen ê wî bajarî.

Sebah da zanîn ku, peyama wan a berî hilbijartinên Encumenên Parêzgehan û piştî hilbijartinan jî xizmetkirin e û tekez jî kir ku ew bi lîsteya 197 ya PDKê li Kerkûkê û bi rêbertiya Serok Barzanî dê bipêş bikevin û gavan ji bo serkeftina lîsteya xwe bavêjin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê diyar kir ku wan bernameya xwe ya ji bo hilbijartinan eşkere kiriye û sozê didin xelkê Kerkûkê ku ew ê di bernameya xwe de, cîbicî bikin.

Derbarê pêwendiyên PDKê bi aliyên din ên siyasî re jî Sebah ragihand ku, pêwendiyên wan bi hemû hêzên siyasî re asayî ye û dixwazin bi hev re kar bikin û xizmeta bajarê Kerkûkê bikin.

Omêde Sebah dîsa daxuyand ku peyama PDKê, ne peyama bidestxistina postan e, lê ew dixwazin xizmeta Kerkûkê bikin.

Parve bike: