TR KU SO
FB X
Kurdistan

Osman Siban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2021 15:31

PeyamaKurd – Li Mersînê, di encama serdegirtina mala xwe de Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin, hat desteserkirin. 

Osman Şiban di 11ê Îlona 2020an de li çoltera di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de, bi Servet Tûrgût re, ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibûn binçavkirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê de tê birêvebirin polîsan vê sibehê girtin ser mala Şiban a li taxa Guneş a girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê û ew desteserkirin. Pişt re ew bi ambûlansê ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê. 

Li gor zanyariyan, ji bo kontrola tenduristiya Şiban were kirin li benda kombûna şandeya tenduristiyê ne. Osman Şiban li malê dihat tedawîkirin. 

Hat diyarkirin, dê piştî kontrola tenduristiyê ya li Mêrsînê Şiban bibin Wanê.

Osman Şiban û Servet Tûrgût di 11ê îloana 2020an de ji helîkopterê hatibûn avêtin û bi îşkenceyê re rûbirû mabûn. Servet Tûrgût ê li nexweşxaneya Wanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Şiban jî ji bo tedawiyê biribûn mala wî ya li Mêrsînê. 

 

Parve bike: