Kurdistan
Otomobîlek li gundekî nêzîkî Çemçemalê hat bombebarankirin: 5 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Otomobîlek li gundekî nêzîkî Çemçemalê, ji aliyê du balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê hat bombebarankirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin.
Li gor Rêveberê Nahiya Axcelerê Hêmin Behcet diyar kiriye, bi bihaneya ku çekdarên PKKê di otomobîlekê de hene, 2 balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê ew otomobîl li gundê Dûteqel ê li binarê çiyayê Xal Xalan bombebaran kirine.
Herwiha Rêveberê Nahiya Axcelerê daye zanîn, 5 kesên ku di otomobîlê de bûn, hatin kuştin.
Hat zanîn hêzên ewlehiyê û hêzên berevaniya şaristanî gihîştin wê herêmê, lê ji ber ku hîn ew balafir li asmanê herêmê difirin, nekarîn biçin cihê bûyerê.