Kurdistan
Bi dronê li gundekî navça Çemçemalê xistin û sewat derket
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navça Çemçemalê, li nahiya Ağcalarê li gundê Tûteqalê seet di 12.00an de bi balafira bê mirov êrîşê birin ser gund û di encamê de agir bi der û dora gundî ket. Ragihandin ji aliyê rêvebirê nahiyê, Hêmin Behcet ve bo Rûdawê hat kirin.
Li gor ragihandina Hêmin Behcet; tîmên parastina sîvîl û îtfaiye ji bo agir vemirînin xebatê dikin.
Gundê Tûteqalê ji navça Çemçemalê bi 37 km yan dûr e. Berê jî heman dever gelek caran hatibû bombekirin.