TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgarê Hesekê: Ew ê tabelayên bi Kurdî werin danîn

Admin L
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 12:57

PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed derbarê pêşketinên dawî yên li bajêr, karê sîstema dadweriyê û berdana girtiyan de agahiyên girîng parve kir.

Parêzgar Ehmed diyar kir ku aloziya ku piştî rakirina tabelayên bi Kurdî ji Dadgeha Hesekê û danîna yên bi Erebî derket holê, hatiye kontrolkirin û avahî wê di demek nêzîk de ji nû ve were vekirin.

Ehmed behsa ji nû ve sazkirina sîstema dadweriyê kir û got ku "dadger wê biçin Şamê da ku bi komîteyek pispor re bicivin û kesên herî jêhatî wê ji bo pozîsyonan werin hilbijartin."

Derbarê bikaranîna Kurdî li ser tabelayan de, Ehmed got, "Nivîsa Kurdî li ser tabelayan wê li deverên ku piraniya nifûsê Kurd in were danîn."

Herwiha Ehmed ragihand ku îro 250 girtî wê werin berdan.

Ehmed behsa amadekariyên ji bo pêvajoya siyasî kir û diyar kir ku hem ji bo hilbijartinên parlemanî û hem jî ji bo hilbijartinên komîteyên şaxan xebat didomin.

Parve bike: