Parêzgarê Sêrtê: Ji %80 heta %90 pêketî bi varyanta Delta ketine
PeyamaKurd – Parêzgarê Sêrtê li ser zêdebûna pêketina bi varyanta Delta ya Koronayê hişyarî da û diyar kir, niha rojane di navbera 80 heta 90 ji sedî yê pêketinan ji cûreya Delta ne.
Parêzgarê Sêrtê Osman Hacî Bektaşoglu roja Yekşemê tevî Rêveberê Asayişa Parêzgehê Halit Aziz Yilmaz li cadeyên bajarê Sêrtê beşdarî hewlên handana welatiyan ji bo beşdarbûna di proseya derzîkirinê de bû û daxwaz ji xelkê kir, derziya Koronayê li xwe xin û xwe ji vê vîrusê biparêzin.
Osman Hacî Bektaşoglu da zanîn, sala derbasbûyî di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de, rêjeya pêketina bi vîrusa Koronayê di asta herî bilind de bû û rojane 112 kes bi vê vîrusê diketin.
Bektaşoglu deestnîşan kir, îsal careke din rêjeya pêketina bi Koronayê li Sêrtê zêde bûye û got, di meha Tîrmeha îsal de, pêketina bi Covid-19 gelek ji sala derbasbûyî zêdetir bûye, û %80 heta %90 pêketiyan jî bi varyanta Delta ya Koronayê ketine.
Parêzgarê Sêrtê eşkere kir, ji ber ku varyanta Delta ya Koronayê pir zû belav dibe û demeke dirêj dijî, pêwîst e xelk zêdetir xwe biparêzin.
Osman Hacîbektaşoglu diyar dike, di Cejna Qurbanê de jî ew ranawestin û pêvajoya derzîkirinê berdewam dikin, hişyarî jî da welatiyan û bang li wan kir, ku beşdarî proseya derzîkirinê bibin û derziya Koronayê li xwe xin.
Hacîbektaşoglu da zanîn: “Hewldanên me yên derzîlêdanê di 15 rojên dawîn de pir bi lez berdewam dikin. Tîmên me yên gerok li navenda me ya tendirustiya civakî ya li navenda bajarê me derziyê lê didin. Bajar û gundên me hatine pişkinînkirin, heke hewce be, em dê du carên din an jî sê gerên din jî pişkinîn bikin. Divê em di dozeya yekem de bigihîjin ji sedî 75-ê. Divê em hemî Sêrtê derzî bikin. Em jî dê li qadê bin. Xew ji bo me qedexe ye heya ku em negihêjin rêjeya parastina civakî. Ez hêvî dikim ku em dê hemû hemwelatiyên xwe yên ji 17 salî mezintir derzî bikin.