Kurdistan
Parêzgarên Duhok û Silêmaniyê peyamên serxwesiyê bo Firset Sofî belav kirin
PeyamaKurd – Li ser koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, Parêzgarên Silêmanî û Duhokê, peyamên serxweşiyê belav kirin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir peyamek li ser koça dawî ya Firset Sofî belav kir û da zanîn, wî bira û hevkar û hevalê xwe yê ezîz ji dest da.
Heval Ebûbekir sersaxî da malbata Firset Sofî.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî li ser koça dawî ya Firset Sofî peyamek belav kir û diyar kir, Firset Sofî heval û birayekî hêja bû. Kesekî xakî û ezîz, rastgo bû. Me hemiyan ew ji dest da.
Herwiha Elî Teter sersaxî da malbat û mirovên Firset Sofî û xelkê bajarê Hewlêrê û hemû xelkê Kurdistanê.
Îro danê sibê, ji ber vîrusa Koronayê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ku li Tirkiyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.