TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgarên Hewlêr û Duhokê serdana Amedspor û şaredariyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 gulan 2026 19:18

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ku di çarçoveya beşdariya "Foruma Azadî û Aştiya Civakî" li Diyarbekirê ne, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Tîma Amedsporê kirin.

Hevserokên şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun şanda Herêma Kurdistanê pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de Serra Bucak bal kişand ser girîngiya yekîtî û piştgiriya Kurdan û got ku ev serdan ji bo xurtkirina biratî û aştiya civakî xwedî wateyeke mezin e. Her du aliyan li ser ezmûnên rêveberiyên xwecihî û derfetên hevkariya di navbera bajaran de gotûbêjên berfireh kirin.

Serdana Amedsporê

Piştî hevdîtina li şaredariyê, Xoşnaw û Teter çûn serdana Tîma Amedsporê ku îsal derbasî Super Lîga Futbolê ya Tirkiyeyê bûye. Şanda Herêma Kurdistanê di serdana Amedsporê de serkeftin ji bo tîmê xwest û tekez kir ku serkeftinên werzîşî yên li Bakurê Kurdistanê li Başûr jî bi coşeke mezin tên şopandin.

Parve bike: