Kurdistan
Parlamentara berê ya Qersê hat girtin
PeyamaKurd - Parlamentara berê ya Qersê ji HDPê Mulkiye Birtane ku 26ê Mijdarê tevî 8 kesên din li Kaxizmana Qersê û Diyarbekirê hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê.
Dadgehê bi hinceta ku ji bo PKKê xebat kirine, ji bo Mulkiye Birtane û 4 kesên din biryara girtinê derxist û ew şandin girtîgehê.
Herwiha 4 kesên din ên digel wan hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.