Kurdistan
Parlamentarên HDPê rastî mudaxeleyê hatin, Remziye Tosun rakirin nexwesxanê
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê dema parlamentarên HDPê xwestin derbarê rojevê de daxuyaniyê bidin rastî mudaxeleya polîsan hatin.
Li gor zanyariyan dema parlamentar, hemwelatî û rêveberên HDPê xwestin li Parka Koşuyolu derbarê ‘Tecrîda dijî Ocalan’ û biryara YSKê ya nedana mazbatayên namzedên HDPê de daxuyaniyê bidin, rastî mudaxeleya polîsan hatin û rageşî derket.
Herwiha hat diyarkirin, polîsan bi ava şid mudaxeleyî girseyê kir ku Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, parlamentarên HDPê yên Diyarbekirê Musa Farisoglullari û Semra Guzel jî ji aliyê polîsan ve hatine derb kirin.
Parlamentera HDPê Remziye Tosun dema mudaxeleyê bêhiş ket û ew bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.