Parlamentarên Kanadayê pistgirî dan Kurdistanê
PeyamaKurd – Parlamentarên Kanadî kêfxweşiya xwe bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirîn û piştgirî dan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bo pêkanîna hikûmetê hatiye raspartin.
Hejmarek parlamentarên Kanadî ku heta niha di têkoşîna dijî DAIŞê de piştgiriyeke xurt dane hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, piştevaniya xwe bo hikûmeta nû ya Kurdistanê jî diyar kirin.
Serokê Koma Dostaniyê ya Kanada û Herêma Kurdistanê Tom Kmiec, ji medya Kurdistanê re ragihand, “Dê pêwendiyên me xurtir bibin. Bi qasî zanim li Hewlêrê nivîsgeha me heye. Ji berê de wekî milet têkiliyên me her dem xurt bûn. Lê niha bo me ya herî girîng wekî parlamento û hikûmet xurtkirina pêwendiyan e.”
Tom Kmiec herwiha anî ziman ku bi Mesrûr Barzanî re têkiliyên wan ên bihêz hene û ew pêşbînî dikin pêwendiyên navbera Ottawa – Hewlêrê bihêztir bibin.
Endamekî din ê Parlamentoya Kanadayê Ziyad Ebu Latif jî bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên bi herêma Kurdistanê re û got, “Li hember Kurdan ji dîrokê heta niha mimaleya baş nehatiye kirin. Em hêvî dikin ev şaşî êdî bê rastkirin.”