TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamenter û nûnerên Kurd: Em rê nadin gundê Pelkane bê erebkirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2020 23:48

PeyamaKurd – Nûnerên xelkê gundê Pelkane ku Heşda Şeibî mohlet dabû wan gundê xwe vala bikin ji ereban re bihêlin û Endamê Parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha li ser hewlên dagirkirin û erebkirinê civîneke rojnamevanî saz kirin.

Rêbwar Tehar di civînê de bal kişand ser dagirkirina gundê Pelkane û diyar kir, "Bi plan û bername gundê Pelkane tê dagîr dikin, lê em ê rê nedin erebkirin çêbibe."

Rêbwar Taha li ser anîna erebên hawirde bo gundê Pelkane ku ji dema rejîma Beas ve hatibûn û piştre xelkê resen car din vegeriyabû got, “Divê madeyên desturî bên bicihkirin, ji bo ku her kes xwedî mafên xwe be. Me soz daye, em rêgiriyê li bi erebkirin û dagîrkeriya navçeyê bikin û em bi her awayî li dijî destwerdana serbazî ne.”

Li gorî xelkê Pelkaneyê xanî, mal û milkê bavûkalên wan e, tapûyên wan ên sedan salî hene û ew Pelkaneyê bernadin.

Parve bike: