Parlamenterê Kurd ê Rojhilat ji bo dîtina 5 kolberan name ji wezaretên Îranê re sand
PeyamaKurd – Parlamenterê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê di Parlamena Îranê de, Celal Mehmûdzade ku parlamentarê parêzgeha Mehabadê ye,ji bo dîtin û lêgerîna kolberên li sînorê Rojhilat û Bakur di bin aşîtê de mane nameyek ji Wezaretên Navxwe û Derve yên Îranê re şand.
Celal Mehmûdzade di nameyê de, ji her du wezaretên Îranê xwest ku demildest bi Tirkiyê re hemahengiyê bikin da ku tîmên hawarçûnê li nav xaka Tirkiyê li wan 5 kolberan bigerin, ji ber ku malbatên wan gelekî nîgeran û perîşan in.
Hefteyek berê 5 kolberên kurd yên xelkê gundê Kuran yê bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, li gundê Dirîşk yê bajarê Gever yê Bakûrê Kurdistanê di bin aşîtê de mane.
Li gorî zanyariyan, hemû kolberên di bin aşîtê de mane can dane, lê hîn termên wan nehatine dîtin û Tirkiye jî nahêle ne malbatên wan ne jî tîmên hikûmeta Îranê li wan bigerin.