TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamenterê Semsûrê yê AKPê û malbata xwe di erdhejê de can dan

Admin H
Nivîskar
📅 07 sibat 2023 22:31

PeyamaKurd – Parlamenterê Semsûrê yê ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Yakup Taş û malbata xwe ku ligel malbata xwe di erdheja tundiya 7,7 de, avahiya tê bûn hilweşiyabû, di bin enqaza avahiyê de can dan.

Li gorî zanyariyên dawî ku têne belavkirin, li Semsûrê felaketeke mezin a erdhejê çêbûye û piraniya avahiyên bajêr hilweşiyane û xelk di rewşeke dijwar a zivistanê de li benda alîkariyên bo rizgarkirinê ne.

Wefata Yakup Taş ji aliyê parlamenterê AK Partiyê yê Aydinê Metîn Yavuz ve li ser medya civakî hat eşkere kirin.

Yavuz di parvekirina xwe de got ku bi mixabînî ew pê haydar bûne ku Parlementer Yakup Taş jiyana xwe ji dest daye û sersaxî xwest.

Parve bike: