TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementer Piroglu: “Berpirsê komkujiya Marasê dewlete”

Admin M
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2020 02:43

PeyamaKurd – Bi sedema salvegera komkujiya bajarê Maraşê ya sala 1978an ku di serde 42 sal derbs bû, partiya HDP ê li Îstenbolê xwest li taxa Taksîmê merasima bîranînê bike lê parêzgeha Îstenbolê bi sedema pandemiyê îzna partiyê li meydana Şişhanê da. Di bîranîna li Şişhaneyê de parlementerê HDP ê yê Îstenbolê Musa Piroğlu di axaftina xwe de weha got:

“Weka hemû komkujiyan berpirsê komkujiya Maraşê dewlete. Eger îro li vî welatî li kolanan mirov tên kuştin û qatil serbest digerin, li pişt kuştinê dewlet heye. Nikaribûn me biqedînin. Komkujiya Maraşê ya dewleta faşîste. Kesên roja komkujiyê diqêriyan, îro ji ser kursiyan diqêrin. Bila bizanibin em dev ji wan bernadin û wê her qatilekî hesab bide.”

Hevseroka HDP ê ya bajarê Îstenbolê Elif Bulut jî di axaftina xwe de weha got:

“Gel şer naxawazin lê desthilatdar şer dixwazin. Heya ew şer bixwazin em ê aştiyê bixwazin. Wekhevî, azadî û aştî pêdiviya vî welatiye. Zîndanîkirina Leyla Guven nîşaneya tirsa wan e.”

Parve bike: