Kurdistan
Fesla Yusuf a parlementer li Hasekiyê Îlham Ahmed û Amîne Osê qebûl kir
PeyamaKurd – Parlementera Kurd ya parlementoya Sûriyê ya ji ENKSê Fesla Yusuf li bajarê Hasekiyê ji bo hevdîtinê, berpirsa karên derve ya rêvebiriya xweser Îlham Ahmed û cîgira hevserok Amîne Osê qebûl kir.
Seredana Îlham Ahmed û Amîne Osê bi sedema ku Fesla Yusuf bi parlementerî hat bijartin, ji bo wê pîroz bikin hat kirin û ev jî jibo diyalogê karekî wekî baş hat binavkirin.
Di hevdîtinê de li ser meseleyên rojane axifîn û li ser girîngiya temsîla jinan ya di parlementoya Şamê de û di çareseriya pirsgirêkan de behsa girîngiya rola jinan kirin.