TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlemetoya Kurdistanê dest bi civînê kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 sibat 2019 17:12

PeyamaKurd - Îro di demjimêr 11:00ê ve civîna parlamentoya Kurdistanê destpê kir û daxwaz hene ku lijneya yasayî ya parlamentoyê bên helbijartin.

Di destpêka civînê de seroka parlamentoyê Vala Ferîd ragehand ku hemû fraksiyon çend carek civiyan û di civîna wan a dawiyê jî îro bûye, di encamê de rêkeftinek li gor peyrewa navxwe ya parlamentoyê din av fraksiyonan de pêkhat.

Herwaha cîgirê serokê parlamentoyê Hêmin Hewramî derbarê guftûgo û rêkeftinan de bo dabeş kirina endamên lijneya yasayî daxuyaniyek da û aşkera kir herçend li gor rêkeftinekî endamekî fraksiyona Sosyalîst bûye hevpeymanê fraksiyona PDKê û kursiyên wan bûne 46 kes jî û li gor peyrewa navxwe mafê wan heye ku 5 endamên lijneya yasayî yê wan hebe jî, lê di encama guftûgoyan rêkeftin di navbera fraksiyonan de heye û bi wî awayî jî hatiye dabeş kirin.

11 endamên lijneya yasayî:

Fraksiyona PDKê 4 endam

Fraksiyona YNKê 2 endam

Fraksiyona Gorran 1 endam

Fraksiyona Nifşê Nû 1 endam

Fraksiyona Komel 1 endam

Parve bike: