TR KU SO
FB X
Kurdistan

Partiyên Kurd û HDP “protokola hevkariyê” îmze kirin

Admin M
Nivîskar
📅 23 sibat 2019 00:45

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartina mehelî (cî) ya di pêşde bêkirin, bi 7 partiyên siyasî re, bo hevkariyê protokol îmze kir. Partiyên ku protokolê îmze kirine ev in:

Tevegara Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ), Partiya Demaokratîk ya Herêman (DBP), Rêxistina Şoreşger- Demokratîk ya Kurd (DDKD), Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partiya Mirov û Azadiyê (PİA), Partiya Komunîst ya Kurdistanê (KKP), Platforma Demokrata Kurdistan (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistana-Turkiye (KDP-T).

Di civînê de hevserokên giştî yên HDP ê Pervin Buldan û Sezai Temelli, hevserokê giştî yê DBP ê Mehmet Aslan, parlementerên Diyarbekir û temsîlkarên her 7 partiyên Kurdan amade bûn. Li ser mijarê serokê giştî yê KDP-T Mehmet Emin Kardaş weha got:

“Bila ev hevkarî bo milletê Kurd pîroz be û ev hevkarî wê bo qayyûman derbeyeka mezin be. Ev îmzayên me avêtiye, wê bibe gavekî ber bi yekîtiya netewî de. Yekîtî û hevkariya xelkê Kurd pîroz be. Rêya me vekirî be.”

Pervin Buldan jî balê kişand ser yekîtiya milletê Kurd ku bo dahatûya Kurdan gelek girînge û weha dewam kir:

“ Roja 31 ê adarê serekeftina ku dê bê bidestxistin, wê bibe gavekî bo yekîtiya netewî. Ji bilî serkeftinê ti rêyeka me nîne. Em îro car din bihevre ne. Di demeka ku çav û guhên xelkê me li me ye, dixwazim bêjim ku ez gelek bextewerim. Em bawerin wê ev hevkarî, hêvî û moralê bide xelkê me. Eger em hevkariya xwe xurt bikin, difikirim ku em ê peyamekî bidin rojavayê Tirkiyê. Em ji bo di 31 ê adarê de serkeftineka mezin bidest bixin, derketin ser rê. Bila rêya me hemûyan vekirî be.”

Parve bike: