TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 09 adar 2021 17:31

PeyamaKurd – Di encama êrîşa pasdarên Îranê de, li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, kolberekî Kurd birîndar bû.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber dane ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Hucet Qezawet, xelkê bajarê Selas Bawecanî birîndar bû û ew birin nexweşxaneya bajarê Pawe.

Parve bike: