TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 09 mijdar 2021 17:28

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd birîndar kirin.

Malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, do li devera sînorî ya Kêlê ya Serdeştê, pasdarên Îranê gule avêtin kolberekî Kurd ku dixwest ji sînor derbas bibe.

Li gorî zanyariyan, di encama wê teqekirinê de kolberê bi navê Kerîm Xendedar birîndar bû.

Kerîm xelkê gundê Mîr Şêx Heyder yê Serdeştê bûye.

Parve bike: