TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK baregeha xwe ya Mexmûre ji nûh de vedike

Admin M
Nivîskar
📅 12 tebax 2021 01:17

PeyamaKurd – PDK ragihand ku dê di rojên pêşiya me de, ji nûh de baregeha xwe ya Mexmûrê veke. Berpirsê leqa 23 ê ya PDK ê Kirmanca Abdullah bo K24 ê ragihandiye ku biryara vekirina baregeha xwe bo Mexmûrê dane û di nêzde dê dagerin Mexmûrê. Her weha dê baregeha xwe ya li Sergeranê jî nûh bikin û ji nûh de vekin.

Kirmanc Abdullah, ragihand ku wê her du baregehên xwe yên Mexmûr û Sergeranê bi merasimeka taybet vekin û dê piştî nûkirina her dû baregehan bên vekirin.

Parve bike: