PDK: Em Berhem Salih qebûl nakin
PeyamaKurd - Serkreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, ku PDK berbijêrkirina Berhem Salih bo postê Serokkomariya Iraqê qebûl nake û got: “Berbijêrê me dê ji aliyê Serok Barzanî ve were destnîşankirin.”
Fazil Mîranî li Pîrmamê beşdarî bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bû û daxuyaniyek da rojnamevanan. Di daxuyaniya xwe de Mîranî li ser rizamendiya PDKê ya li ser berbijêrkirina Dr. Berhem Salih ji bo postê Serokkomariya Iraqê diyar kir, ku dê berbijêrê PDKê hebe û got: “Eger me Kak Berhem qebûl bikira, dê berbijêrê me tunebûya.”
Mîranî herwiha destnîşan kir: “Berbijêrê me dê ji aliyê Serok Barzanî ve were destnîşankirin, piştre hevalên me dê li ser berbijêr gotûbêjê bikin û dûvre jî dê li komîsyona Bexdayê were diyarkirin.”
Li ser pirseke derbarê wê yekê de, ku tê gotin hinek Şîe û Sunî li ser berbijêrkirina Dr. Berhem Salih rijd in, Serkreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got: “Parlemento ye û hilbijartin e, mirov azad e ku deng bide kê.”
Fazil Mîranî da zanîn ku PDKê hêj navê berbijêr yekalî nekiriye û got: “Gelek nav hene, lê hêj yekalî nebûye.”