Kurdistan
PDK: Em nizanin wê YNK tevlî civînên parlementoyê bibe yan na
PeyamaKurd - Sibê wê civînên li Parlementoya Kurdistanê dest pê bikin. Li ser tevlîbûna YNKê Serokê firaksyona PDKê got, heta niha jî em nizanin firaksyona YNKê dê beşdarî civînan bibe.
Parlementoya Kurdistanê dê sibê (26 Tîrmehê) dest bi xebat û civînên xwe bike.
Li gor Serokê firaksyona PDKê Umêd Xoşnav diyar kir, di civîna sibê de, dê çend mijar bên axaftin û tu astengekî li pêşiya civînan nemaye.
Herwiha Umêd Xoşnav ragihand, em nizanin YNKê û Seroka Parlementoyê (endama firaksyona YNKê ye) dê beşdarî civînê bibin yan na. Lê encam çi be jî, dê civîn were kirin.
Hefteya borî rêveberiya YNKê biryar dabû ku beşdarî civînên parlementoyê nebin.