PDK-Î: “Îran mezinên Kurda dike hedef û wan dikuje”
PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mustafa Hicrî ragihand ku ji roja komara îslamî ya Îranê hatiye avakirin, şexsiyetên Kurd yên girîng ji xwe re dike hedef û wan dikuje. Mustafa Hicrî ragihandina xwe li payîtexta Belçîkayê li Brukselê, di salvegera bîranîna sala 30 yemîn ya qetilkirina Dr. Abdurrahman Qasimlo de anî ziman. Hicrî weha got:
“Îran di herêmê de bûye çavkaniya bêhizûriyê. Bo desthilata xwe xurt û qewî bike, dengê mezinên Kurdan û aktîvîstan dibire û wan îdam dike. Îran vêya bo xwe kiriye adet. Heya niha ji partiya me 300 kes ji aliyê Îranê de hatine îdamkirin. Em rast dibînin ku milletê xwe û endamên xwe li hemberê êrîşên Îranê biparêzin û ev mafê me yê parastinê ye.”
Sekreterê giştî yê PDK-Î yê Mustafa Hicrî vê axaftinê di merasima bîranîna Dr. Abdurrahman Qasimlo de kir lê Dr. Qasimlo kiye?
Dr. Qasimlo di sala 1989an de dema li Viyanayê ji aliyê sîxurên Îranê de hat şehîdkirin, hevdîtinên muxtariyetê bo Kuırdistana Îranê bi rêvebirên Îranê re dikir. Wê demê sekreterê giştî yê PDK-Î yê bû. 7 an 8 zimanan baş dizanibû. Xwendina xwe ya bilind li Îstenbolê 2 sal û paşî li Çekoslovakyayê li Pragê kiribû. Heya sala 1968an li zankoya Pragê ders dida. Paşî çû Parîsê zankoya Sorbonê.
Dr. Qasimlo di sala 1989an de li Viyanayê di 13 ê tîrmehê de hat şehîdkirin lê cenazê wî di 20 tîrmehê de, li Parîsê li goristana Pere Lachaise ya Şehîdên Şoreşê hat definkirin.