Kurdistan
PDK: “Kursiyê Serokomariyê, mafê hemî Kurdan e!”
PeyamaKurd- Rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di derbarê serokomariya Iraqê de daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Kursiyê Serokomariyê, mafê hemî gelê Kurdistanê ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kursiyê Serokomariyê, mafê hemî gelê Kurdistanê ye, ne mal û milkê partiyekê ye. Divê vê carê namzetê PDKê li ser vî kursiyî rûne. Em dixwazin PDK vê carê meqamê Serokomariyê bistîne. Me tu caran li ser kursî û meqaman têkoşîn nekiriye. Lê belê heta niha kesekî ku berjewendiyên Kurdan biparêze, li ser vî kursiyî nerûnişt. Êdî divê ev meqam ji kesên bê îrade û bêbandor re nemîne.”