TR KU SO
FB X
Kurdistan

'PDK ne ji bo dijayetiyê, ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê ava bûye'

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2019 22:19

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li paytext Hewlêrê di gotarekê de got, “PDK partiyeke damezrawî ye û di bin fişar, bombe û firokeyan de her dem xwestiye çawa kadroyên xwe bigihîne û bi çi awayekî be jî pêwendiyên di navbera wan kadroyan û welatiyan de dirust bike.”

Serok Barzanî îro li Hewlêrê ragihand, “PDK dirust bûye, ne ji bo dijayetiya ti partiyekê yan aliyekî bike, belkî PDK ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê hatiye damezrandin.”

‘PDK BEŞEKE GIRÎNG A DÎROKA KURDISTANÊ YE’

Serok Barzanî destnîşan kir, “Dîroka PDKê beşeke girîng ji dîroka Kurdistanê ye, her netewek heger dîroka xwe nizanibe, nizane çawa pêngavan bo pêşerojê bavêje.”

‘DAIŞ HÎN JÎ GEFEKE CIDÎ YE’

Serok Barzanî da zanîn, DAIŞ gefek cidî ye ser welatiyan û divê ew pirsgirêkên bûne sedema serîhildana vê rêxistinê werin çareserkirin.

Di berdewamê de Serok Barzanî got, “Tevî ku ziyanek mezin gihiştiye DAIŞê, lê hîn jî ew bidawî nehatiye. Sedemên serîhildana DAIŞê hîn jî mane û nehatine jinavbirin.”

Parve bike: