TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK-Sê peyamek li ser lehiya Hewlêrê arasteyî serokên Herêma Kurdistanê kir

Admin L
Nivîskar
📅 21 berfanbar 2021 15:59

PeyamaKurd – Komîteya Navendî ya PDK-Sê peyamek derbarê lehiya Hewlêrê de, arasteyî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û tê de hevxemiya li gel malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê nîşan da, sebir û aramî ji wan re hêvî kir.

Komîta Navendî ya PDK-Sê di peyama xwe de diyar kir: “Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya karesara xwezayî ya bi ser Herêma Kurdistanê (Hewlêra Paytext) de hatiye bihîst ku tê de 12 kes bûn qurbanî û ziyanên madî yên mezin gihîştin avahî, otomobîl, rê û pireyan.”

Herwiha di peyamê de hat eşkerekirin: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê, em xem û karesatên vê êşa mezin bi we re parve dikin û bi rêya we re sersaxiyê li gelê Kurdistanê û bi taybet li malbatên şehîdan dikin, ji Xwedêyê mezin daxwaz dikin şehîdan di bihuşta perîn de şad bike û sebir û aramiyê ji malbatên wan re dixwazin.” 

Parve bike: