TR KU SO
FB X
Kurdistan

'PDK û YNK îro li Hewlêrê dicivin'

📅 09 îlon 2019 15:35

PeyamaKurd - Îro Duşemê (09.09.2019) Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê dicivin.

Serokê fraksiyona YNKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê Rêbaz Bêrkotî ragihand, wî bîhîstiye ku îro şandeya YNKê û PDKê dê bicivin.

Herwiha diyar kir, ku civîn li ser du mijaran dê pêk bê, ya yekem pirsa Kerkûkê û babetên peyvendiya xwe bi wê pirsê ve heyî ne. 

Ya duyem jî temamkirina wan peywirên ku di çarçoveya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de pêwîst e bên tejî kirin, wek peywirên wekîlê wezaret û rêveberên giştî ye.

Berî niha jî PDKê û YNKê çend rêkeftinek derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û pirsa Kerkûkê de kiribûn û bi taybet li ser nav bo peywira parêzgerê Kerkûkê jî rêkeftibûn.

Parve bike: