TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêzîkî 300 karsaz û pisporên aborî li Hewlêrê dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2026 14:17

PeyamaKurd - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd, bername û hûrgiliyên aborî ya du rojan ku dê li paytextê bê li darxistin, ji bo raya giştî parve kirin.

Geylan Hacî Seîd destnîşan kir ku armanca sereke ya vê kombûna bilind, geşepêdana peywendiyên aborî û avakirina mekanîzmayeke koordînasyona bihêz a di warê lojîstîk û bazirganiyê de ye.

Hat ragihand ku nêzîkî 250 heta 300 karsaz, veberhêner, pisporên aborî û berpirsên bilind ên sê aliyan beşdarî vê platformê dibin; her wiha Seîd bal kişand ser daxwaza mezin a Azerbaycanê daku peywendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê di qadan de kûr bike û diyar kir ku di vê çarçoveyê de dê bêtir giringî be dayîn ser sektorên hilberîn û pîşesaziyê daku derfetên nû ji bo berfirehkirina veberhênana biyanî bên nirxandin.

Bernameya xebatê ya du rojan û serdanên meydanî

Li gorî daxuyaniya Serokê Odeya Bazirganiyê, bernameya xebatê ya vê civîna bilind ji du qonaxên serekê pêk tê; di roja yekem de rûniştinên asta bilind, panel û hevdîtinên taybet ji bo tespîtkirina derfetên nû yên bazirganiyê tên lidarxistin.

Di roja duyem de, biryar e şandeyên bazirganiyê yên beşdar raste rast serdanên meydanî bo kargeh, navendên hilberînê û cihên dîrokî yên Hewlêrê encam bidin daku şiyana sektora taybet a herêmê ji nêzîk ve bibînin. Ev pêngava nû weke bizaveke pir giring bê dîtin daku pirên hevkariyê yên raste rast di navbera karsazên Kurd û veberhênerên welatên cîran û navçeyê de bên avakirin û rê li ber her cûre valahiya aborî bê girtin da ku geşepêdaneke nû bê tomarkirin.

Parve bike: